Skip to main content

Kurmanji


Hûn bixêr hatin dibistana Karense’yê ya di rêya înternetê re ya bi navê NoTe Norwegian Teaching – digel perwergeha (qurs) nerwêcî ya li ser înternetê jibo hemû astan. Perwergehên me yên nerwêcî te amade dikin ji ezmûna nerwêcî û Bergenstest’ê re, û herwiha perwergeh hatine pajirandin ji alîyê UDI û Kompetanse Norge’yê ve. Perwergehên me yên di rêya înternetê tên dayîn ji alîyê mamosteyên jêhatî ve yên ku zimanê wan ê zikmakî nerwêcî ye, herwiha, demeke dirêj bûye ku ew bi fêrkirina zimanê nerwêcî re bi awayên cûda dixebitine. 

Nerimîtî li gel perwergeha di rêya înternetê

Perwergehên me binyatkirî ne li ser înternetê, jibo vê yekê gelek nerim in. Bixwine di dem û li derê tu dixwazî! Perwergeh baş in bo her kesî û di hemû rewşên jiyana de, çi tu mijûl î û pir kar dikî, çi tu li malê yî yan jî tu dixwinî.

Perwergeh li cem me di van astan de hene: A1, A2, B1, B2, C1. Jiber vê yekê, tu dikarî perwergehekê hilbijêrî, yan tu destpêker î yan jî tu ji berê ve di astekî bilind de yî û dixwazî xwe zêde pêş ve bixî. Wek rojane, em 2-3 se’etan şîret dikin jibo xwendina nerwêcî bo ku sûda mezintirîn bê wergirtin ji perwergehan. 

Herwisan, li ba me perwergehên nerwêcî yên grêdayî bêjeyên tendirûstî û pêşdibistanan jî hene bo ew kesên ku di warê tendirûstî û zarokistanan de dixebitin. Herwisan, rahênana peyivînê li ba me heye bo ew kesên ku dixwazin xwe amade bikin jibo ezmûna devokî ya zimanê nerwêcî. Bo ew kesên ku dikin 50 se’etên perwergeha zanîna civakî (samfunnskunnskapskurs) bibin, em vê yekê pêşkêş dikin bi van zimanan nerwêcî, ‘erebî û inglîzî.

Mamosteyên baş û perwergeh digel  kvalîteyê de

Dibistana li ser înternetê hat destpêkirin di sala 2015’an de. Karense serpêhatîya xwe wek mamosteya zimanê nerwêcî ya zêdetir ji 15 salan bikar tîne, bo ku perwergehên nerwêcî yên ew çêdike encaman bidin. Dibistana li ser înternetê bi tevahî ji komek mamosteyên nerwêcî yên jêhatî ye yên ku xwendekarên me bi rê ve dibin. Bi hev re digel perwergehên li ser înternetê tu dikarî sûdan ji çavkanîyên bêpere bigirî, çavkanîyên wekî vîdyoyên Karense’yê li ser YouTube’yê, podcast, bêjenameyan, hesabê Instagram’ê û grûpa Feysbok’ê.

Zêdetir bixwine di derbarê kanalên me yên cuda virde.

Perwergeh li gel rêveberîya kesane (şexsî)

Di nava perwergehên zimanê nerwêcî de yên li ser înternetê erkên xwendinê, bihîstandinê, nivîsandinê û peyivînê jî hene. Erkên nivîsandinê yên ku radest dibin tên xwendin, duristkirin û nirxandin ji alîyê mamosteyên me ve. Di vê yekê de, tu şîretan distînî di derbarê awayên ku tu pê dikarî carê din karê xwe baştir bikî. Bêhtir bixwine di derbarê her perwergehekê bo ku bibînî çi dihewîne yan jî nameyekê ji me re bişîne di rêya e-postê re.

Binhêre li perwergehên me di vir de.

Herwiha, perwergehên me her meh se’eteke danûstandinê têde heye digel mamoste re. Ev se’et dikare bêt bikaranîn bo rahênana peyivînê, ku tu dikarî bilêvkirina xwe têde amade bikî û baştir bibî di peyivîna nerwêcî de, ne tenê jibo nivîsandin û xwendinê. Herwisan, tu dikarî wê se’etê bikar bînî da ku derbasê rêzimên bibî li cihê ku tu têde biguman î, yan jî wek nimûne, tu xwe amade bikî jibo hevpeyivîna karekî.

Piştî wê se’etê, tu bawernameya danûstandinê distînî derbarê ew tiştên ku tu hîn bûyî, peyvên ku gereke tu rahênanê li ser bikî û lînkine çavkanîyên bisûd bo te.

Perwergeha inglîzî di hemû astan de

Herwisan, NoTe perwergeha zimanê inglîzî jî di hemû astan de pêşkêş dike, herwiha perwergeha zimanê inglîzî ya grêdayî bazirganîyê. Li cem me perwergehên ser înternetê hene yên ku ji 1-6 mehan dajo, heta B1

Eger tu astekî bilindtir dixwazî piştî ku te perwergehek temam kir, tu dikarî se’etan heciz bikî bi mamoste re.

Perwergehên zimanê inglîzî yên di rêya înternetê re ne tenê jibo ew kesên ku dixwazin xwe hînî inglîzî bikin, lê belê herwisan jibo ew kesên ku dixwazin zimanê xwe yê inglîzî pêş bixin bo ezmûna TOEFL yan jî IELTS da ku têkevin zanîngehê li walatên derve. 

Mamosteyên me yên zimanê inglîzî ji Amêrîka ne û li Nerwêc’ê dijîn. 

Bicive bi Karense re

 Li ser kenala YouTube’yê tu dikarî hîn bibî ji Karense’yê û hinekî ji perwergehên li ser înternetê tam bikî. Li vê vîdyoyê tamaşe bike jibo ku biceribînî ka çawa ne perwergehên me yên li ser înternetê: 

Xwe tomar bike 

Çavên me li şagirtine nû ne di perwergehên me de. Em dixwazin bixêr hatina her kesî bikin, bê balîtî ka te çi ast heye û tu kîjan astî dixwazî tomar bikî. Armanca me ew e ku tu baştir bibî di zimanê nerwêcî de.

Contact

+47 21619098
post@note.no